Li Mersînê kesek bi hinceta YPGyê hat dersînorkirin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mersîn YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mersînê ya Tirkiyeyê bi hinceta YPGyê kesek hat desteserkirin û dersînorkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mersînê tîmên rûbirûbûna terorê li navçeya Akdenîzê ya Mersinê kesek desteser kir.

Ew kes piştî kar û barên yasayî bi hinceta ku di nav YPGyê de maye hat dersînorkirin.

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bi hinceta YPGyê tên desteserkirin û cezakirin.

Beriya çend rojan jî li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Mersînê ya Tirkiyeyê bi hinceta PKK-YPGyê 2 kes hatibûn desteserkirin û cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst