Rapirsiya nû: Tifaqa Millet gelek li pêş Tifaqa Cumhur ket

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan CHP ÎYÎ Partî AK Partî MHP HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Lêkolînê ya ORC di rojên 23 û 26ê Çile de li 45 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek bi 4 hezar û 580 kesan re rû bi rû encam daye. Li gor encamên wê rapirsiyê, Tifaqa Millet di rêjeya dengên xwe de gelek li pêş Tifaqa Cumhur ketiye û her du partiyên CHP û ÎYÎ Partî %42.4 dengan bi dest dixin, di demekê de ku rêjeya dengên AK Partî û MHP derdora %35.7 hatiye nîşandan.

Di derbarê hilbijartinên Serokomariyê û Parlementoyê yên Tirkiyê de Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan roja 14ê Gulanê destnîşan kiriye, her wiha gotiye ger li ser vê dîrokê li parlementoyê li hev nekin ewê di 10ê Adarê de desthilata xwe bikarbîne û dîroka hilbijartinê bîne pêş.

Deshilat vê dîroka hatî desnîşankirin ne wek hilbijartinên pêşwext, ew wek nûkirina dîroka hilbijartinê binav dike.

Her wiha yek ji mijaran jî ku opozisyona Tirkiyê dixe rojev jî berbijêrbûna Erdogan ya jibo posta serokkomariyê ye. Tifaqa Cumhur dibêje ti astengek yasayî tuneye û Tifaqa Millet û opozisyon jî dibêje li gorî yasayê nabe sê caran Erdogan bibe berbijêr.

Her wiha xaleke din ya ku niha di rojevê de ye û ya herî giring jî rêjeya dengên partiyan û Tifaqa ye.

Di derbarê vê hilbijartina tê pêşbînîkirin di 14ê Gulanê de bi rêve biçe Navenda Lêkolînê ya ORC di rojên 23 û 26ê Çile de li 45 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek bi 4 hezar û 580 kesan re rû bi rû encam daye.

Di vê rapirsiyê de ji welatiyan hatiye pirsîn ger di vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê? Encamên ku derketîn holê bivî awayî ne:

AKP: %30,2

CHP: %23,1

İYİ Parti: %19,3

HDP: %7,6

MHP: %5,5

Partiya Pêşerojê: %2,7

Partiya DEVA: % 2,6

TDP: %2,3

Partiya Zaferê: % 1,8

BBP: %1,6

BTP: %,4

Yên din: %1,9

Li gora vê yekê dengên Tifaqa Cumhur: %35,7

Dengên Tifaqa Millet: %48,7

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst