Rojnamevana Kurd Rojîn Altay li Stenbolê hat desteserkirin

29-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li firokexaneya Sabiha Gokçen a Stenbolê Rojnamevana Kurd Rojîn Altay ku di rojnameya “Yeni Yaşam” de kar dike dema ku dixwest biçe Amedê ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Li gor agahiyên ku di medyayên Tirkiyê de hatine belavkirin,  rojanmevan Rojîn Altay duh 28ê Çile di demjimêr 18:00 de dema ku dixwest ji Stenbolê biçe Amedê li firokexaneya Sabiha Gokçen hatiye desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku Rêveberiya Ewlekariyê ya kolana Vatan a Stenbolê bi telefonê li bavê Rojîn geriyaye û jê re gotiye me keça te desteser kiriye.

Piştî wê yekê, parêzer Sercan Korkmaz li Navenda Ewlekariyê geriyaye lê wan gotiye heta 24 demjimêran mafê wê yê hevdîtinê tê sînordarkirin.

Di derbarê sedema desteserkirina rojnamevana Kurd Rojîn Altayê de hêj ti agahî nehatine dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst