Doza zaroka 6 salî hatibû zewicandin sibe birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Doza keça ku 6 salî hatibû zewicandin sibe 30ê Çileya 2023ê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê birêve diçe. Li gor rapora Saziya Pizîşkiya Dadê, derûniya H.K.G. ya 6 salî hatibû zewicandin têk çûye.

Sibe 30ê Çileya 2023ê li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê, doza H.K.G. ya 6 salî hatibû zewicandin birêve diçe. Di yekemîn rûniştina dozê de dê bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel, dayika wê Fatıma Gumuşel û kesê pê re zewicî Kadir Îstekli bên darizandin. Di îdianameya dozgeriyê de ji bo Kadir Îstekli herî kêm 30 sal û ji bo dayik û bavê keçikê jî herî kêm 18 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê ya Tirkiyê, ji dadgehê daxwaz kir, doz bi awayekî nihênî birêve biçe û biryara qedexeya medyayê bê dayîn. Herwiha Saziya Pizîşkiya Dadê jî rapora xwe ya derbarê H.K.G. de ji dadgehê re şand û ragihand, ji ber bûyerê derûniya wê têk çûye.

Bûyer

Zewicandina H.K.G. yê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha jineke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi mirîdê xwe yê 29 salî Kadir Îstekli re zewicandiye.

2. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê girêdayî vê dozê derbarê Kadir Isteklî û Yusuf Ziya Gumuşel de, 15ê Kanûna 2022ê bi îdîaya” destdirêjiya cinsi bo ser zarokê”  biryara girtinê dabû.

Li ser giliyê keçikê 2. Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê, biryar dabû ku yekemîn rûniştina dozê 22ê Gulana 2023an bê dîtin. Lê piştî nerazîbûn û bertekên civak û saziyên sivîl zêde bûn, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê serî li dadgehê da û xwest dîroka rûniştina dozê pêş de bê anîn. Dadgehê daxwaza wezaretê qebûl kir û dîroka rûniştina dozê ji 22ê Gulana 2023an bo 30ê Çileya 2023an pêş xist.