Tanrikulu: Meha Kanûnê mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin

29-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand, di Kanûna 2022an de mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin.

Sezgin Tanrikulu rapora binpêkirina mafan a meha Kanûna 2022ê, îro 29ê Çileya 2023ê eşkere kir.

Tanrikulu got: “Di meha Kanûnê de 3 li girtîgehan, 3 ji ber xemsariya fermî bi tevahî mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin. Herwiha 86 di girtîgehan de bi tevahî 380 bûyerên îşkenceyê rû dan, ku 2 li hember zarokan bû.”

Tanrikulu derbarê rêgirîkirina çalakiyan de dibêje, meha Kanûnê hêzên emnî midaxeleya 29 çalakiyan kirine û 7 çalakî hatine qedexekirin. Di van çalakiyan de 393 kes hatine desteserkirin û 73 jî ji ber beşdariya çalakiyan ceza wergirtine.

Tanrikulu got: “Meha Kanûnê 5 rojnamevan hatin desteserkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, li dijî 2 rojnamevanan doz hatin vekirin û dadgehê ceza 2 rojnamevan birî. Herwiha 2 rojnamevan rûbirûyê êrîşê bûn. 44 malperên nûçeyan hatin astengkirin. Ji ber mafê raderbirînê bikar anîn derbarê 17 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin, 23 kes hatin girtin û 9 kesan jî ceza wergirtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst