Malpera Rojnameya Xwebûn hat astengkirin

29-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera înternetê ya Rojnameya Xwebûn ku heftiyane weşana xwe bi zimanê Kurdî dike, ji aliyê Saziya Ragihandinê û Teknolojiyên Zanînê ya Tirkiyê ve hat astengkirin.

Malpera înternetê ya  Rojnameya Xwebûn ku bi navnîşana "xwebun.org" bi zaravayên Kurmancî û Zazakî weşan dikir bi biryareke Saziya Ragihandinê û Teknolojiyên Zanînê ya Tirkiyê hate asteng kirin.

Rojnameya navborî têkildarî vê biryarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Malpera Rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Malpera rojnameya me piştî hat astengkirin, niha weşana xwe bi lînka “xwebun1.com” berdewam dike.”

Rojnameya Xwebûn  di 21ê Kanûna 2019an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  dest bi weşana heftane kir, malpera rojnameyê di 28’ê Çile de hat astengkirin. Rojnameya Xwebûn bi Zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî weşanê dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst