Li Stenbolê bihayê nan dîsa zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ji 1ê Sibatê ve dê nan bi 4 lîreyên Tirkî bê firotin û nanpêj dibêjin eger rewş bi vî awayî berdewam be dê meheke din nan bibe 5-6 lîreyên Tirkî.

Serokê Sendîkaya Karsazên Nanpêjan Cihan Kolivar derbarê bihayê nan ê Stenbolê de got eger tedbîr neyên wergirtin piştî meheke din dê bihayê nan bibe 5-6 lîreyên Tirkî.

Li Stenbolê di Kanûna 2021ê de bihayê nan hatibû zêdekirin û bi 3 lîreyan dihat firotin. Li gor biryara dawî ya zêdekirina bihayê nan dê li navçeyên Beşiktaş, Sariyer û Şişliyê nan bi 3.5 lîreyan û li navçeyên Kadikoy, Maltepe û Ataşehirê jî bi 4 lîreyan bê firotin.

Li gor biryara Sendîkaya Nanpêjan biryara zêdekirina bihayê nan ji aliyê odeyên pîşesazî yên girêdayî odeyên bazirganiyê ve tê dayîn. Lê di 6 mehên dawî de ji ber zêdebûna bihayê elektrîk, gaza xwezayî, hevîrtirş û ard bêyî ku nanpêj li bendî biryara odeyan bin bi xwe bihayê nan zêde dikin. Li Stenbolê niha bihayê nan yê fermî 2,5 lîreyên Tirkî ye.