Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar kişand

29-01-2022
RÛDAW
Nîşan Abdulhamit Gul Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul dest ji kar kişand û li şûna wî Bekir Bozdag bû Wezîrê Dadê ku sêyem car e vê postî werdigre. Biryara destbikarbûna Bekir Bozdag wek wezîrê nû yê dadê îro Şemiyê 29ê Çileya 2022ê bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Abdulhamit Gul, vê sibê Şemiyê 29ê Çile demjimêr 01:50 deqe li ser hesabê xwe yê taybet ê Twitterê ragihand ku piştî razîbûna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest ji postê wezîrê dadê berdaye ku ji 19ê Temûza 2017an ve birêve dibir.

Abdulhamit Gul di Twitta xwe de sipasiya Erdogan kiriye ku îstîfaya wî qebûl kiriye û pîrozbahî li Bekir Bozdag kiriye ku wek wezîrê dadê li şûna wî dest bi kar dike.

Gul di tweeta xwe de wiha dibêje “Bi erêkirina Serokkomarê me min ji wezîfeya xwe ya Wezareta Dadê ku ji 19ê Tîrmeha 2017an vir ve wezîfedar im îstifa kir. Ez spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim ku daxwaza dev ji kar berana min qebûl kir û ji Wezîrê me yê nû yê Dadê birêz Bekir Bozdag re serkeftinê dixwazim.”

 

 

 

Abdulhamit Gul kî ye?

Sala 1977an li bajarokê Belkîsê yê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye

Li Zanîngeha Enqerê  beşa hiqûqê qedandiye

Di Çaremîn Kongreya Aasayî ya AKPê de bû endamê Encûmena Navendî

Di Pêncemîn Kongreya Asayî û Duyemîn û Sêyemîn Kongreyên Neasayî yê AKPê de careke din bo wî postî hat hilbijartin

Sê geran li bazneyê Dîlokê parlamenter bû

Ji Temûza 2017ê ve wezîrê dadê bû

Zewicandiye û bavê sê zarokan e

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst