3 parlamenteran ji CHPê îstîfa kirin

Hewlêr (Rûdaw) – 3 parlamenterên Partiya Komarî ya Gel (CHP) yên Îzmîr, Karabuk û Yalovayê ji partiya xwe îstîfa kirin û siyaseta CHPê ya bo tifaqan û nêzîkahiya wê ya li HDPê rexne kirin.

Parlamenterê bajarê Îzmîrê Mehmet Alî Çelebî, parlamenterê Karabukê Huseyîn Avnî Aksoy û parlamenterê Yalovayê Ozcan Ozel ku li ser lîsta CHpê ne, îro li parlamentoya Tirkiyê kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Ew hersê parlamenterên ku wek nêzîk li Muharrem Înce tên naskirin, di daxuyaniya xwe de rexne li siyaseta CHPê ya ji bo pêkanîna tifaqan girtin.

Herwiha wan hersê parlamenteran helwest û nêzikahiya CHPê ya li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rexne kirin.

Her di wê kongreya rojnamevanî de hersê parlamenteran îstîfakirina xwe ji CHPê ragihandin.

Ev di demekê de ku ew hersê parlamenter destpêka vê hefteyê li gel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civînek pêkanî bûn.

Piştî îstîfaya wan parlamenteran hejmara kursiyên CHPê ku mezintirîn partiya opozsizyonê ye, li parlamentoya Tirkiyê ji 138an daket 135 kursiyan.