ÎHD û HDP: Metirsî heye li Tirkiyê bûyerên salên 90î dubare bibin
Stenbol (Rûdaw) - Di nava çend salên dawîn de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûyerên wendakirin, revandin û kuştinê ku biker û berpirsyarên wan ne diyar in zêde dibin. Li gorî opozisyonê û Komeleya Mafên Mirovan proseyeke metirsîdar ya ku dişibe pêkhatinên salên 90î ketiye meriyetê.
Herî dawîn li Stenbolê ciwanek ji hêla polîsan ve hate revandin û li gor ku ew dibêje 5 rojan êşkence li wî hatiye kirin. Ew ciwanê bi navê Gokhan Guneş piştî ku gelek sazî ketin navberê û kampanyayek navdewletî hate birêvebirin, di roja 6an de li cihê ku ew hatibû revandin, serbest hate berdan.
Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulû di raporekê de ku wî amade kiriye, diyar dike ku di navbera salên 2002 û 2015an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 227 kes bi rêbazên tarî hatine kuştin û berpirsên wan jî nayên zanîn.
Li gorî opozisyona Tirkiyê ew kiryarên ku di salên 90î de rû didan ji nû ve ketine meriyetê û bi tu awayî hiqûq û desthilat pêşiya vê nagire.
Zuleyha Gulum, parlementera HDPê dibêje: “Ya rast ew demeke wendakirin careke din ketiye rojeva me. Mixabin ew desthilat li şûna ku berpirsan bidarizîne dozan li malbatan vedike û çalakî tên qedexekirin. Nîqaşek heye ku xelk dipirse ka gelo proseya salên 90î şûn de hatiye. Em dibînin ku ji nû ve xelk tên revandin. Ji nû ve ew pêvajoya tarî xistine meriyetê. Desthilat ji bo ku opozisyonê bêdeng bike vê rêbazê bikar tîne. Gef li gundiyan têne xwarin û careke din valakirina gundan ketiye rojevê.”
Herî dawîn ciwanekî bi navê Gokhan Guneş di 20ê mehê de li Stenbolê dema ku ji otobusê peya dibe hate ravendin. Dîmenên kamêrayên çavdêriyê (mobese) jî piştrast dikin ku Guneş ji hêla 4 kesan ve li otomobîlek hatiye siwarkirin. Piştî ku kampanyayeke berfireh hate meşandin, serî li Neteweyên Yekbûyî hate xistin û deng bilind bû, Guneş di roja 6an de li cihê ku hatibû revandin serbest hate berdan.
Li gor ku ew dibêje di wan 5 rojan de elektrîk li laşê wî hatiye girêdan û eşkenceyeke bê navber û giran li wî hatiye kirin.
Gokhan Guneş derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Dema ez li otobusê peya bûm kesekî bang li min kir. Çawa min berê xwe dayê 4-5 kes li min gihîştin hev û ez li seyareyekê siwar kirim. Di seyareyê de lêdanê destpêkir. Piştî seat nîvekê ez birim cihekî taybet û ew der êşkencexanebû. Elektrîk dan laşê min, bi ava sar ez şil dikirim û li min didan. Gefên kuştin û destdirêjiyê hatin kirin. 5 rojan ez di hucereyeke bi qasî tabûtekê de hatim ragirtin. Çavên min girtî, destê min kelepçekirîbûn. Ji min dixwastin ku ez bo wan sîxuriyê bikim.”
Rêvebirên Komeleya Mafên Mirovan jî didin zanîn ku serlêdanên ji bo wan her zêde dibin û proseyek e ku bi derfetên fermî lê bi şêweyên tarî di meriyetê de ye.
Gulseren Yolerî, Seroka ÎHDa Stenbolê diyar kir: “Ew kiryar di demên dawîn de zêde bûne. Behsa salên 90î tê kirin li divê ez bêjim ku proseyeke taybettir xistine rojevê. Gelek serlêdan hene û ew hemû jî bi heman rêbazan encam didin. En ku xelkê direvînin xwe weke dewlet bi nav dikin û êşkence li xelkê dikin. Ew kar bi planek mezin têne kirin. Hiqûq wan nabîne, dewlet wan nabîne. Hemû kar bi îmkanên dewletê têne meşandin lê sûcên wan eşkere nabin. Hîna jî gelek kes di bin gefa revandinê de ne. Gokhan hate rizgarkirin û hêviya me ew e ku heman piştevanî bo hemû kesên wenda birêve biçe.”
Zêdetirî 30 salan e ku bi hezaran malbat li meydanên çend bajaran pirsa aqûbeta kesûkarên xwe dikin.
Li gorî agahiyên fermî di salên 90î de derdora 18 hezar kes hatine revandin û wendakirin. Di hin dosyayan de eşkere bibû ku ji wezîran bigire hetanî parêzger û berpirsên emnî di van bûyeran de mesûl in. Lê pirsên malbatan beredewam in da bê bersiv bimînin.