Stratejiya HDPê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan
Stenbol (Rûdaw) – Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) stratejiya xwe ya ji bo bajarên Tirkiye eşkere kir. Piştî rêzecivîn û nîqaşên dûvdirêj HDP biryar da ku ji bo hilbijartinên herêmî li 7 bajarên mezin û gelek navçeyan ti namzedan nîşan nede.
Biryara HDP weke piştgiriya ne rasterast digel bereya CHP û ÎYÎ Partî tê nirxandin. Ji ber ku Stenbol û Enqere jî di nav de, li wan bajaran encama hilbijartinan dengê Kurdan diyar dikin. Lê tişta balkêş ew e ku HDP li Dîlok û Riha ya Bakurê Kurdistanê jî ti namzedan nîşan nade.
Li navenda HDPê civîn li ser civînan têne lidarxistin. Beriya hilbijartinên 31ê Adarê, him desthilat û him jî opozisyon di meraqa stratejiya HDPê de ye ku ew ji bo bajarên Tirkiye diyar dikin.
Di dawiya nîqaş û wan rêzecivînan de biryar hat dan ku HDP li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha û Dîlokê tu namzetan nîşan nede. Lê li van hemû bajaran jî encama hilbijartinan, dengê kurdan diyar dike.
Derbarê vê mijarê de Berdevkê HDPê Sarûhan Olûç wiha got: “Li wan herdû bajarên Dîlok û Rihayê îdiaya me heye. Xebatên me bo wan herdû bajaran berdewam dikin. Ew daxuyaniya ku hatiye kirin ne dawîn biryar e. Piştî ku xebatên me qediyan em dê ji bo wan herdû bajaran biryara dawîn bidin. Lê him li navçeyan û him jî di meclîsên şaredariyan de em dixwazin bi hêztirbin. Xebat beredwam in.”
Li van 7 bajarên ku namzetên HDP dê nebin, rêjeya dengên ku HDP di hilbijartinên 24 Hezîranê de bi destxistine 2 milyon û 400 hezar e. Bi taybetî nîşan nedana namzedan li Dîlok û Rihayê ku HDP xwedî îdia ye û herdû jî bajarên Kurdan in dibe sedema nîqaşên cihê. Herwiha li gorî peymana CHP û ÎYÎ Partî, namzetê Dîlokê jî İYİ Partî diyar dike. Li gorî kompaniyan rapirsiyan ew biryar dê bandoreke bê guman bike.
Ji navenda lêkolînan a GENARê Îhsan Aksoy jî got: “HDP û PKK ew çil sal e dibêjin ew rejîm zilmê li me dike. Berpirsê rejîma heştê salî jî CHP ye. Niha rabûna bi wan re tifaqek fiîlî dikin. Bi ya min li pişt wê jî hêzên biyanî hene. Alîgirên herdû aliyan jî naxwazin tifaqê bikin li biryara HDP tifaqek fiîlî ye. Bi ya min dengdêrên HDP ew dê ji dehan 4-5 pile biçin CHPê û 2-3 jî dê biçin AK Partiyê. Helbet dê bandorekê li encaman bike lê texmînkirina çawaniya wê zehmet e.”
HDP ew du hilbijartinên dawîn in bi israr hewl dide da ku li hemberî AK Partiyê, hemû opozisyon bi yek bereyê beşdarî hilbijartinan bibe. Lê CHP li hemberî vê bangê ker e û naxwaze navê wan digel HDPê derbas bibe. ÎYÎ Partî jî HDP bi girêdayibûna ‘rêxistina terorî’ tawanbar dike. Dîsan jî biryara HDP ê li hemberî AK Partî û MHPê, di berjewediya CHP-İYİ Partiyê de tê nirxandin.
Derbarê vê mijarê de Şirovakarê siyasî Umît Firat jî dibêje: “Her çiqas HDP dibêje em partiya Kurdan nînin jî ji milyonek dengên ku li Stenbolê stendine 900 hezar ên k-Kurdan e. Ew di wê baweriyê de ne da ku dersekê bidin sîstema nû û bereya MHP û AKPê. Lê ez ne bawerim ku ti çaverêbûneke Kurdan û HDP ji van bajaran hebe.”
HDP di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku serkeftina demokrasiyê hin tawîzan ferz dike û ji rawestandina tifaqa MHP û AK Partiyê ew vê fedakariyê dikin. Lê di nava HDPê de jî beşek li dijî vê biryarê ye û li gorî beşek şirovekarên siyasî ew biryar dê bike ku rêjeyeke zêde ji kurdên li van bajaran neçin ser sindoqan.