Derbarê Osman Baydemîr de lêpirsîn hat destpêkirin

29-01-2018
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Osman Baydemîr Lêpirsîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) yê Osman Baydemir de lêpirsîn da destpêkirin.

 

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr wêneyê sivîlên ku di bombebarana firokeyên Tirkyê de li Efrînê jiyana xwe ji dest dane li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kirin û got: "Efrîn hatiye dagirkirin". Piştî vê yekê derbarê Baydemîr de lêpirsîn hat kirin.


Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku  derbarê Osman Baydemir de ji ber daxuyaniya wî ya li ser Efrînê lêpirsîn daye destpêkirin.


Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser destpêkirina lêpirsînê li hemberî  Baydemir de got: “Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir di 28ê Rêbendana 2018an de di daxuyaniya ji bo çapemenî û li ser Twitterê de Hêzên Artêşa Tirk ên ku li Efrînê li dijî rêxistinên terorê PKK/PYDê operasyonan birêve dibin, wek dagirker nîşan daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst