Bêjera TRTê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc

29-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye TRT Tugba Dalkiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşkêşkara televizyona TRT Haberê Tugba Dalkiliç, di weşana zindî de dema nûçe pêşkêş dikirin derbarê şerê li Çiyayê Bersaya de got, artêşa Tirkiyê kesên sivîl li Efrînê dike armanc. Rêveberiya TRTê ku ser bi hikûmeta Tirkiyê ye daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wê pêşkêşkarê bi şaştî ew gotin kirine.

 

Piştî êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, nûçeyên ku sivîl dibin qurbaniya şer zêdetir belav dibin. Rojnamevanê Brîtanî Robert Fisk duh yekşemê (28.01.2018) derbarê rewşa sivîlên nav Efrînê de raporeke taybet li ser malpera Independent a Brîtanî belav kiriye û tê de behsa rewşa mirovî û zerar û ziyanên operasyona Tirkiyê bo ser sivîlên Efrînê dike.

 

Pêşkêşkara TRT Haberê Tugba Dalkiliç, duh di weşana zindî de dema derbarê şer û êrişên ser  Efrînê de nûçe pêşkêş dikir got: “Peyamnêrê me agahiyên pir girîng dan. Beriya niha Bulent Çulcuoglu li herêma ku şer lê heye got Hêzên Çekdar ên Tirkiyê êrişê sivîlan dikin."

Piştî vê yekê rêveberiya TRTê daxuyaniyek belav kir û got bêjera wan Tugba Dalkiliç bi şaştî ew gotin kirine û da zanîn ku ew ji kar hatiye dûr xistin.

 

Tugba Dalkiliç lêborîn xwe ji raya giştî ya Tiriyê xwest û got, ew gotin bi temamî şaştî gotine.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî derbarê gotin û ji kar avêtina Tugba Dalkilic daxuyaniyek belav kir. HSD dibêje girên Qestel û Persa heta niha jî di bin kontrola şervanan wan de ne û dewleta Tirkiyê bi hemû corên çekan êrîş dike, lewma bandora wan bombebaran û topbaranan bû sedem ku pêşkêşkarek TRTê li wê rastiyê mikur bê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst