Blinken û Fîdan bi telefonê axivîn: Mijar YPG bû
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antoy Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî li ser axaftina Blinken û Fîdan daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Fîdan gotiye ji bo ku li Sûriyeyê aramî pêk were û serdema vegugêz bi awyekê rêk û pê temam bibe hevkariya bi rêvebiriya nû re giring e.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tekez kiriye ku destûr nayê dayîn ji bo hebûna YPGyê.
Li aliyê din Fîdan diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide xebatên rêveberiya nû ya Sûriyeyê ya ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê û ewlehiya Sûriyeyê.
Fîdan her wiha ji Blinken re gotiye ku ji bo agirbesteke mayînde ya li Xezeyê divê hewldanên zêdetir bên dayîn.