Tekîrdag: 7 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tekîrdag DEM Partî Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê 15 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, 7 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Roja sêşemê li bajarê Tekîrdagê, bi fermana Serdozgeriya Komarê bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” 15 kes hatibûn desteserkirin.

Beşek ji kesên destserkirî rêveberên bajar û navçeyên Tekîrdagê yên DEM Partiyê bûn.

Li gorî zanyariyan, îro karûbarên yasayî yên derbarê her 15 kesan de li Dadgeha Tekîrdagê temam bûne û dadgehê 8 ji wan bi mercê kontrola edlî berdane û derbarê 7 kesan de jî biryara girtinê daye.

Hat ragihandin, ji 7 wan kesên ku biryara girtina wan hatiye dayîn 6 kes rêrveberên bajar û navçeyên Tekîrdagê yên DEM Partiyê ne û piştî biryarê ew birine Girtîgeha Tekîrdagê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst