Li Sakaryayê qezaya wekî komkujiyê: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê 7 wesayît li hev qelibîn û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.
Li Sakaryayê li ser Rêbeja Bakurê Marmarayê qezayeke zincîrî rû da.
Di qezayê de 7 wesayît li hev qelibîn ku di nav de 3 otobûs û barhilgirek jî hene.
Parêzgarê Sakaryayê Yaşar Karadenîz diyar kir ku di qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.
Yaşar Karadenîz da zanîn ku tîmên tendursitiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê û xebatên aliyên pêwendîdar li cihê bûyerê berdewam dikin.
Bi gotina Karadenîz, piraniya qurbaniyan ew kes bûn ku di qezayê yekem de ji wesayîtên xwe derketine û otobûsa sêyemîn li wan qelibiye.
Ji ber qezayê rêya diçe Stenbolê hat girtin.
Sê dozger çûn cihê bûyerê û lêkolînan dikin.
Li #Sakarya`yê li ser Rêbeja Bakurê Marmarayê 7 wesayît li hev qelibîn û li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn. pic.twitter.com/1WuLtC7Bgz
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 28, 2023