Dadgehê cezaya heta hetayê ya Osman Kavala erê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di rûniştina Parka Geziyê de cezayên girtîgehê yên Osman Kavala û 7 tohmetbarên din hat erêkirin.

Îro 28ê Kanûna 2022an cezayên girtîgehê ku di çarçoveya Doza Parka Geziyê de bo Çalakvan û Karsazê Tirkiyê Osman Kavala û 7 kesên din ku ji ber wê doze dihatin darizandin, ji aliyê 3emîn Daîreya Cezayan ya Dadgeha Deverê ya Stenbolê ve hat pesenbdkirin. 

Di çarçoveya dozê de 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi tawana "hewldana hilweşandina hikûmetê" cezaya heta hetayê girtîgehê yê Osman Kavala û 18 sal cezayê girtîgehê yê 7 kesên din pesend kir.

Tê pêşbînîkirin ku dosyeya dozê bo Dadgeha Bilind a Tirkiyê  bê şandin.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Parka Gezî ya Taksîmê di navbera 1ê Hezîranê û 4ê Tebaxa 2013an de bi armanca protestokirina birîna beşek ji darên wê parkê hatibûn kirin. Lê hikûmeta Tirkiye ev xwepêşandan wek hewla darbeyê û jinavbirina hikûmetê bi nav kir û derbarê kesên beşdar de doz tomar kir.

Runiştina dawî ya dozê Roja 25ê Nîsana 2022ê li 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê  hat kirin. Di dozê de  Osman Kavala bi tohemeta fînansekirina wan xwepêşandanan bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê û 7 kesên din jî bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibûn  zîndanîkirin.

Osman Kavala zêdeyî 5 salan e girtî ye

Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017an de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017an de bi fermî bi “hewldan ji bo jiholêrakirina Destûrê”, “hewldan bo têkbirina hikûmetê” û her wiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat tometbarkirin.

Kavala serokatiya Înstîtûya Anadolu ya Rewşenbîrî dike ku rêkxisitneke civaka sivîl e û berevaniyê li mafê mirovan bi taybetî bi rêya kultur û hunerê dike. Osman Kavala di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan û karsaz e jî.

Kavala di 2 Cotmeha 1957 de li Parîsê ji dayik bûye û li xwandingeha Robert a li Stenbolê xwandina xwe ya lîseyê qedandiye, piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwandina zanîngehê qedandiye.

Osman Kavala sala 1982an kompanyaya Kavala Group damezrandiye. Piştî erdheja sala 1999 a li Tirkiyê bi tevahî ji çalakiyên din dûr ket û xwe ji çalakiyên civaka sivîl û alîkariyên bo xelkê re terxan kir.