Sancar: Hewl didin êrîşa ser avahiya HDPê wek êrîşek serbixwe nîşan bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar nerazîbûn li dijî êrîşa ku roja Sêşemê li dijî avahiya partiya wan hatiye kirin nîşan da û got “Hewl didin vê êrîşê wek êrîşek serbixwe û tevgerek takekesî nîşan bidin. Em van senaryoyan nas dikin. Em dibêjin ku ev senaryo bisernakevin.”

Îro Sêşembê 28ê Kanûna 2021an li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê êrîşek hat kirin. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar derbarê êrîşê de li ber deriyê wê avahiya ku êrîş lê hatiye kirin civîneke çapemeniyê saz kir.

Sancar amaje bi wê yekê da ku armanca êrîşên bi vî rengî dûrxistina HDPê ji siyasetê ye û got: “Li paş vê êrîşê jî helbet hinek plan hene. Niha careke din dest bi nivîsîna wan senaryoyên ku em pêştir nas dikin, kirine.”

Hevserokê HDPê Mithat Sancar dibêje "Dostên rêzdar îro li dijî avahiya me ya navçeya Bahçelîevler êrîşek hat kirin. Ev ne tesadufek e. Îro 10emîn salvegera  komkujiya Roboskê ye. Sibe yekem rûniştina doza kuştina rêhevala me Denîz Poyraz  birêvediçe. îro li dijî avahyiya me ya Bahçelîevler careke din bi armanca kuştinê êrîşek hat kirin. Em armancên van êrîşan dizanin. Ev êrîş ji bo qutifandina HDPê ne. Ji bo wê ye ku HDPê ji siyasetê dûr bixin. Li paş vê êrîşê jî helbet hinek plan hene. Niha careke din dest bi nivîsîna wan senaryoyên ku em pêştir nas dikin, kirine.”

Hevserokê HDPê di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Hewl didin vê  wek êrîşek serbixwe û tevgerek takekesî nîşan bidin. Hevalê me yê parêzer jî berî niha got ku di wan îfadeyên li qereqolê hatine wergirtin, keşûhawaya serdest bi vî rengî bûye. Ev yek dê wek êrîşa kesek dîn û bi kelecan bê nîşandan. Em van senaryoyan nas dikin. Em ji kuştina Hrant Dînk û Denîz Poyraz dizanin. Em dibêjin ku ev senaryo bisernakevin. Çiqas hewl biidn jî bila bidin em dê zîhniyet û hêzên li pişt van êrîşan eşkere bikin û hesabê bipirsin. Bila gumana ti kesekê ji vê yekê nebe."