Li Îzmîr û Aydinê 102 penaber ji nav deryayê hatin derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ve û navçeya Kuşadasî ya ser bi parêzgeha Aydinê yên Tirkiyê ve, 102 penaber ji nav deryayê hatin derxistin û hatin rizgarkirin.
Li navçeya Çeşmeyê 66 penaberên di nav Deryaya Egeyê de asê mabûn ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve hatin derxistin. Penaberên ji deryayê hatin derxistin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin radestkirin.
Herwiha li navçeya Kuşadasî 4 di nav avê de 32 jî di nav belemê de bi giştî 36 penaberên di nav deryayê de asê mabûn hatin derxistin. Her 36 penaber bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin radestkirin.
Deryaya Egeyê ya di navbera Tirkiyê û Yûnanîstanê de ji bo penaberên dixwazin biçin Ewropayê rêya serekî ye.
Deryaya Egeyê ji bakur ve heta başûr 660 kîlometre dirêj e, panahiya wê li bakur 270, li naverast 150 û li başûr 400 kîlometre ye. Rûberê wê jî 214 hezar kîlometre çargoşe ye.
Her sal bi sedan penaberên dixwazin biçin Ewropayê di encama niqumbûna beleman de canê xwe ji dest didin.