Bi otobusa malê diziyê diçûn ser gora Ataturk
Hewlêr (Rûdaw) – Otobusa geştê ya ku ji Bursayê diçû Enqereyê ser gora avakarê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk, malê diziyê derket.
Polîsan li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê otobuseke geştê sekinand ku ji bo serdana gora Ataturk diçû Enqereyê.
Di kontrolan de derket holê ku ev otobus malê diziyê ye.
Li gorî nûçeya DHAyê, otobus beriya hefteyekê ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dizîn û li Bursayê di fîrmayeke geştê de tê bikaranîn.
Herwiha di otobusê de 40 geştyar hebûn ku ji navçeya Niluferê ya Bursayê diçûn Enqereyê.
Polîsan, geştyar bi heman otobusê birin termînalê û agahî da fîrmaya geştê.
Rêwiyên ku berê wan li gora Ataturk bû nerazîbûna xwe nîşan da.
Rêwî, piştî ku demekê li termînala Înegolê rawestiyan, bi otobusa ku fîrmaya geştê aniye vegeriyan malên xwe.
Li aliyê din, Alper I.yê ku otobus diajot hat desteserkirin.