Erdogan: Em rê nadin ti rêxistin li ser axa me û Sûriye û Iraqê bibe gef

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din got ji bo ku ew ewlekariya sînorê xwe biparêzin dê operasyonên wan berdewam in.

Serokomarî Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê 28ê Mijdara 2022yan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê beşdarî Bernameya Civîna 38emîn a Komîteya Daimî ya Hevkariya Aboriyê û Bazirganiyê (ÎSEDAK) ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (ÎÎT) bû û behsa rewşa ewlehiyê ya deverê kir.

Erdogan derbarê çareseriya  rewşa Sûriyê de banga piştevaniyê li welatên Îslamê kir û got: “Ji bo ku Sûriye ji pevçûn, qeyrana mirovî û terorê xilas bibe, divê welatên Îslamê tevgereke xurt nîşan bidin û piştgiriyê bidin hewldanên çareseriyê yên siyasî.”

Erdogan bêyî ku navê welatekê bide, ji ber piştevaniya Amerîkayê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rexne li wî welatî girtin û got: “Heftiyek berê li cadeya Îstiklalê û piştre jî li navçeya Gilgamêşê 3 jê zarok 8 welatiyên me ji aliyê PKKê ve hatin şehîdkirin. Helbet bi qasî rêxistinan terorê ya dabeşker, destê wan kesan jî di vê xwînê de heye ku di bin navê rûbirûbûna DAIŞê de piştevaniyeke zêde ya çekan didin van terorîstan.”

Serokkomarê Tirkiyê derbarê operasyonên bo ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de jî gefên operasyonê dûbare kirin û got: “Em pêdagir in li ser nehiştina wê rêxistina terorê ku li ser yekrêziya axa  me û Sûriye û Iraqê bûye gef.” 

Mebesta Erdogan dûrxistina PKK û HSD ye ji sînor, dibêje ew dê metirsiya li ser sînor nehêlin.