Reuters: Dibe ku di civîna kabîneyê de biryara operasyona bejayî bê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Reutersê ragihand ku plana Tirkiyê ya operasyona bejayî ya li ser Rojavayê Kurdistanê dibe ku îro êvarê di civîna lijneya wezîran de bê diyarkirin.

Rayedarekî payebilind ê Tirk ji Reutersê re di derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê de axivî û got “ Ji bo ku Hêzên artêşa Tirkiyê bi temamî bên amadekirin, pêwîstiya wan tenê bi çend rojan heye. Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî piştî êrîşa bombeyî ya li Stenbolê xwe pir zû ji operasyoneke wiha re amade kirin.”

Rayedarê Tirk got "Dê demek dirêj derbas nebe ku operasyon dest pê bike. Tenê bi fermana Serokkomar Erdogan ve girêdayî ye.”

Tirkiyê berê jî li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonên bejayî pêk anîbû û Efrîn û Serê Kaniyê di nav de çen deverên di bin kontrola hêzên Kurdî de bûn dagir kir.

Rayedarekî din ê Tirk ji Reutersê re axivî û got, “Hemû amadekarî temam bûne. Ev êdî biryareke siyasî ye"

Rayedarê yekem ê ku axivî, destnîşan kir ku “operasyona bejayî ya ku herêmên Minbic, Kobanî û Til Rifetê dike armanc ji bo yekkirina herêmên ku Tirkiye û hevalbendên wê yên çekdar ji sala 2016'an ve di bin kontrola xwe de ne, neçar e.”

Di demekê de ku Tirkiyê Roja 20ê Mijdara 2022an operasyoneke bi navê Pençe Şûr bo Ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê  Kurdistanê daye destpêkirin û berdewam gefa operasyoneke bejayî dixwe, li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne tê çaverêkirin, Serokkomarê Tirkiyê derbarê wê operasyona bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de biryareke bide.

Wî rayedarî her wiha got, Enqere derbarê çalakiyên xwe yên leşkerî de bi Moskow û Washingtonê re di têkiliyê de ye.

Li aliyê din, Amerîka ji endama NATOyê Tirkiyê re dibêje ku fikarên wê yên cidî hene ku ev alozî bandorê li hewildana wê ya şerê li dijî DAIŞê ya li Sûriyê bike.

Rûsya jî ji Tirkiyê dixwaze ku xwe ji operasyoneke bejayî ya mezin dûr bixe.