Kabineya hikûmeta Tirkiyê dicive: Mijara operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê tê gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkir. Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne, tê çaverêkirin piştî civîna kabîneyê derbarê operasyona bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de biryarek bê dayîn.

Civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 28ê Mijdara 2022an saet 16.10 bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê destpê kir. Di rojeva kabîneyê de aborî, rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin heye û egera operasyona bejayî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê heye.

Tê pêşbînîkirin Erdogan  piştî civînê derbarê biryarên kabîneyedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Di demekê de ku Tirkiyê Roja 20ê Mijdara 2022an operasyoneke bi navê Pençe Şûr bo Ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê  Kurdistanê daye destpêkirin û berdewam gefa operasyoneke bejayî dixwe, li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne tê çaverêkirin,  Serokkomarê Tirkiyê derbarê wê operasyona bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de biryareke bide. 

Herwiha di rojeva kabîneyê de aborî, rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê û bihayên zêde hene. Erdogan pêştir ragihandibû ku dê li dijî marketên mezin ku bihayan gelekî zêde dikin tedbîran werbigrin û ji bilî cezayê pereyan cezayên din jî li ser wan ferz bikin.

Herwiha dê rewşa fermanber û welatiyên ku mafê xanenîşînbûnê bidestxistine, lê ji ber temenê wan nehatiye nikarin xanenîşîn bibin bê gotûbêjkirin. Tê çaverêkirin, pirsgirêka wan kesan berî hilbijartinên 2023ê bê çareserkirin.

Di rojeva kabîneya îro de rewşa fermanberên hikûmî yên bi girêbest jî heye. Tê çaverêkirin di kabîneyê de biryar bê dayîn ku fermanberên bi girêbest wek fermanberên daîmî bên damezrandin. Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.