Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsa DHKP/C hat desteserkirin

28-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, ku di operasyonekê de hêzên ewlekariyê yên wî welatî "Berpirsa Tirkiyê" ya rêxistina DHKP/C hatiye desteserkirin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro di nûçeyekê de ragihand, ew berpirsa HDKP/C di operasyoneke hevbeş a saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Asayişê de li bajarê Stenbolê hatiye desteserkirin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, navê wê berpirsa DHKP/C ku hatiye desteserkirin, Gultekîn Matur e.

Hatiye ragihandin, bi tohemta "endamtiya di rêxistineke çekdar a terorîst de", derbarê Gutekîn Matur de biryara desteserkirinê derketibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst