Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro dicive

28-11-2022
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Tirkiyê Kabîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê piştî nîvro di demjimêr 15:00an de bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 28ê Mijdara 2022an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive. Di rojeva kabîneyê de aborî, rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin heye.

Di civîna kabîneya Hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê û bihayên zêde hene. Erdogan pêştir ragihandibû ku dê li dijî marketên mezin ku bihayan gelekî zêde dikin tedbîran werbigrin û ji bilî cezayê pereyan cezayên din jî li ser wan ferz bikin.

Her wiha dê rewşa fermanber û welatiyên ku mafê xanenîşînbûnê bidestxistine, lê ji ber temenê wan nehatiye nikarin xanenîşîn bibin bê gotûbêjkirin. Tê çaverêkirin, pirsgirêka wan kesan berî hilbijartinên 2023an bê çareserkirin.

Di rojeva kabîneya îro de rewşa fermanberên hikûmî yên bi girêbest jî heye. Tê çaverêkirin di kabîneyê de biryar bê dayîn ku fermanberên bi girêbest wek fermanberên daîmî bên damezrandin. Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst