Parlamenterê HDPê: Suleyman Soylu nekarî bersiva min bide

28-11-2020
RÛDAW
Parlamenterê HDPê diyar kir ku car caran danûstandinên wann ligel desthilatdariya Tirkiuê çêdibe
Parlamenterê HDPê diyar kir ku car caran danûstandinên wann ligel desthilatdariya Tirkiuê çêdibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratî a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş ragihand ku ragihand ku ne weke fermî lê car caran derfetê hevdîtinan ligel desthilatdariya Tirkiyê re çêdibe. Hasan Ozguneş dibêje ku wî bixwe çend pirs ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kirin lê nekariya bersiva wî bide.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî opersyonên vê dawiyê yên li hemberî endam û alîgirên HDPê axivî.

Hasan Ozguneş got: “Ev operasyonên niha têne kirin tişteke nû nîne, ev 40 sal e gelê me rûbirûyê kiryarên wiha dibe. Ezmûna gelê me di vî warî de hene, lê ji aliyê hiqûqî ve van operasyonan ti aliyeke xwe nîne. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku di nav gelê me de ev operasyom hêrseke mezin peyda dike.

Ozguneş diyar kir ku pêştir çend rojan lêkolîneke civakî hate encamdan û li gor wê lêkolînê: “Di aliyê baweriyê de saziyên hiqûqî 1.7 baweriyê dide, parlamento 2.5, polîs 2.6 çapemnî di bin 1ê de ye. Ev yek jî diyar dike saziyên dewletê îflas kirine. Gelê me û beşek ji gelê Tirkiyê ev yek baş fêm kirine. Li gelek bajarên weke Dîlok, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Meletî, Dîlok, Enqere û Îzmirê operasyon hatine kirin û bi qasî em dizanin heta niha 24 hevalên me hatine desteserkirin. Heroj vê yekê dikin.”

Li ser pirsa peywendiyên bi desthilatê re Ozguneş got: “Em car carna ne wek fermî lê yeko yek hevserokên me yên berpirsyarên parlementoyê bi wan re axftinan dikin. Li gor wan ev projeya dorpêçê û perçiqandinê ya di van 5 salana de dê HDPê tune bikin, hêzên demokrasiyê tune bikin, hêzên azadixwazê tune bikin, bawerîyek  wusa heye.

Ozguneş diyar kir ku wî bixwe ji Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Suleyman Soylu pirsiye “Polîsa 3 xortên HDPyî revandin û ji wan re gotin bibin sixûr, li Cizîrê ji 2 hezaran zêdetir kesan telefon kirine û gotin ew li ser navê wezîr li wan digire û hûn çima diçin HDPê. Min ev pirs ji wî kirin, min got ew kesên vê yekê dikin kî ne, lê wî nekarî bersiva min bide. Derbarê kesên ku ji helîkopterê hatine avêtin û kuştin de jî min pirs ji wî kir. Nekarî tiştekê bibêje têne got ku hinek delîl di destê me de ku ew milîsên PKKê bûne.”

Ozguneş diyar kir ku Tirkiye ji alî siyasî, çandî, civakî, aborî û serbazî ve ketiye tengasiyeke mezin û êdî nikarin bi rêve bibin û wiha pê de çû: “Ji bo ku ji nav derbikevin dixwazin hinek hewldana bikin. Lê çareserî ew e ku divê AKP MHP  tifaqa xwe xera bikin û ramanên xwe biguherîne, çimkî Ergenekon jî di nav wan de heye. Sê hêz bûn lê niha MHP aliyên mafyayê jî xistiye nav û niha bûne çar beş.

Eger bixwaze nûjeniyek li Tirkiyê çê bike pirsgirêka Kurd çareser bike, divê xwe ji van hêzên tarî, kevneperest yên tenê bi rêbaza tûndiyê nêzikî meselê dibin hevkarîya xwe xera bike, hevakriyek din çê bike. Lê bi min ne AKP û ne jî hevkarê wê nikare, eger bikin jî dê ji nêçarî bikin. Heta niha tu danûstendinê wiha bi me re nehatine kirin.”

Ozguneş pirsa “Eger hilbijartine bibe gelo dê HDP  bi CHP û partiyan din re wekî şerîkek beşdarî blokê bibe?” wiha axivî: “Heta niha ti parti li ser tifaqek çawa bêkirin tu hewldan nekirine. Lê em dizanin ku Kiliçdaroglu bi partiyên din re  diaxive. Wek em texmîm dikin pir bi ser HDPê de nayîn ji ber ku HDP wek mifteyek e ji bo hemûyan û ew dibêjin ku eger ew deng nedin me, nêzîkî me nesekinin, em nikarin vê hikûmetê biguherînin. Ji bo vê dibe ku zimanê  xwe hinek nermtir bikin an xwe bêdeng bikin.”

Ozguneş herwiha anî ziman ku “divê destûra bingehîn bê guhertin, hiquk azad bibe, pergala yek zilamî bibe pergala parlementera demokratik, çapemenî azad bibe.”

Li ser pirsa “Di nav partiyên din de veqetandin hene û di nav partiya we de jî eger heye ku tiştek wisa çêbibe?” Ozguneş got: “Ew gotinên ku tên kirin, xeyalên partiyên dewletê ne. Ev bi salan e, dixwazin di nava me de parçebûne çê bikin, lê ez dikarim vê bi rihetî bêjim bila hemû welatparêzên Kurdistanê dilê wan rihet be, partiya me ji çiyayê Cûdî asêtir e kes nikare me parçe bike, ji ber ku gelê Kurd di vê baweriyê de ye bi parçebûne gelê Kurd wenda kiriye. Kurd nabêjin parçebûn, dibêjin yekîtî. Kesên ji partiyên din veqetane dikarin ji xwe re partiyeke din ava bikin, lê kes ji partiya me venaqetin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst