Ji bo êrişa Amedê 4 mufetîş

28-11-2015
RÛDAW
Nîşan Amed Tahir Elçî Êriş
A+ A-

Enqere (Amed) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Efkan Ala got, wan ji bo lêkolînên êrişa Amedê 4 mufetîş erkdar kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Dadmendiyê Bekir Bozdag li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê derbarê êrişa Amedê de ku tê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek dan.

Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got ji bo ku êrîşa li Diyarbekirê eşkerebikin 4 sermifetiş wezîfedar kirin û wiha axivî: "Bûyerê bi hemû hûrgiliyan bê eşkerekirin. Ev êrîş li dijî yekîtî û hevgirtina miletê me ye."

Efkan Ala diyar kir di dema Baroya Amedê daxuyanî dida de otomobîla polîsan rastî êrişa çekdarî hat.

Ala wiha got: “Di encama êrişê de polîsekî yê me şehîd ket û 2 polîs jî birîndar bûn. Herwiha di encama êrişê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî jiyana xwe ji dest da.”

Herwiha Wezîrê Karên Navxweyî amaje kir ku ji bo lêkolînê bûyerê 4 mufetîş hatine erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst