Li Stenbolê 19 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji 38 kesên bi hinceta PKKyê hatibû desteserkirin 19 kes hatin girtin.
Li Stenbolê 38 bi hinceta ku xwestine li ser navê PKKyê li kuçeyan çalakiyan bikin hatibûn desterserkirin.
Kar û barên wan li navenda ewlehiyê ya Stenbolê bi dawî bûn.
Piştî kontrola tenduristiyê ew kesên desteserkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin.
Ji 38 kesên hatibûn desteserkirin 13 kes piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê hatin berdan, 25 kes sewqî dadgeha cezayê ya sulhê ya nobedar hatin kirin.
Dadgehê biryar da ku 19 kes bên girtin û derbarê 6 kesan jî biryar hat dayîn ku ew bi kontrola adlî bên berdan.