RAPIRSÎ - AK Partî û CHP gelekî nêzîkî hev in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên rapirsiya ASALê ferqa di navbera AK Partî û CHPyê de 0,8 e.

Lêkolînên ASALê vê mehê bi 2 hezar kesan re rapirsiyek kir.

Ji beşdaran pirsa, “Eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî rapirsiyê, piştî ku dengên bêbiryaran jî hatine dabeşkirin rêjeyên dengên partiyan li gorî rêzê bi vî awayî ne:

AK Partî: Ji sedî 32,5

CHP: Ji sedî 31,7

MHP: Ji sedî 9

DEM Partî: Ji sedî 8,6

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,7

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,5

Yavuz Agiralîoglu: Ji sedî 1,5

TÎP: Ji sedî 1,3

Yên Mayî: Ji sedî 2,9