Nijadperestan êrişî daweta Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke nijadperest bi parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê êrişa daweta malbateke Kurd a ji Agiriyê kir.

Bûyerê 26ê mehê li navçeya Çanê ya Çanakkaleyê rû da.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), komeke ku navê “17. Alay”ê (Lîwaya 17an) li xwe dike ji ber stranên Kurdî kahrebaya hola dawetê qut kir.

Malbatê ji ber ku koma nijadperset hewl da êrişî wan bike neçar ma dawetê zû biqedîne.

Dawetvanî ji holê veqetiyan lê koma nijadperset êrişî ciwanekî ji mala xwediyê dawetê kir.

Komê ew ciwan şêland û telefon û pereyên pê re dizîn.

Malbatê pere û telefon xwestin lê koma wiha bersiv da wan:

“Koma me ji 50 kesî pêk tê û em li benda we ne, werin telefon û pereyên xwe bistînin.”

Malbat çûye cihê ku nijadperestan gotiye û li wir bi dar û keviran êrişî wan hatiye kirin.

Gelek ferdên malbatê di êrişê de birîndar bûnê.

Her wiha ji ferdên malbatê û êrişkaran herî kêm 10 kes hatin desteserkirin.

Desteserkirî piştî îfadeyê hatine berdan.

Derket holê ku êrişkaran xwe li ser WhatsAppê organîze kiriye di koma WhatsAppê de axaftinên bi rengê kirine:

 “Alerjiya min a li hemberî Kurdan gelekî zêde ye.

Li vî welatî kes nikare guh bide muzîka Kurdî.

Dema mijar bibe welat em her tim yek in.

Reîs ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Bila her kes hedê xwe zanibe.

Ê ku xeyala wî Kurdistan be dê dawiya wî bibe qebristan.”

Paşê derket holê ku endamên vê koma êrişkar spasiya Serokê Çanê yê AK Partiyê Murat Okan û Serokê Şaredariya Çanê Harun Arslan (ew jî ji CHPyê ye) kiriye.