Bi tohmeta ‘qeçaxçîtiya çekan’ 1858 kes hatin desteserkirin

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Operasyon Çekên Bêruxset
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 76 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta “qeçaxçîtiya çekan” û “çekên bêruxset” hezar û 858 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê KarênNavxwe yê Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 76 parêzgehan bi beşdariya tîmên rêveberiya ewlehiyê û tîmên fermandariya cendirmeyan bi navê “Mercek” dijî “qeçaxçîtiya çekan” û “çekên bêruxset” operasyonek kir.

Di operasyonê de hêzên ewlehiyê dest danîn ser hezar û 212 demançeyên bêruxset ango bêmohlet, 167 demançeyên teqteqok, 44 çekên lûledirêj û 225 çifteyan.

Herwiha bi tohmeta “qeçaxçîtiya çekan” jî hezar û 858 kes hatin desteserkirin.

Ji aliyê din ve  di operasyonê de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî dest bi ser 58 demançe û 7 çekên lûledirêj de hat girtin û 71 kes hatin desteserkirin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst