Endama rêveberiya HEDEPê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Skenderûnê ya parêzgeha Hatayê, endama Rêveberiya HEDEPê Hulya Ateş hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, li Skenderûnê bi ser mala Endama Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  Hulya Ateş de girt.

Polîsan li nav malê lêgerîn kirin û bi hinceta “propagandaya PKKyê” Hulya Ateşê desteser kirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Skenderûnê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.