Pervîn Buldan serdana Aysel Tugluk kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, serdana Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk kir ku duh bi şev piştî 6 salan ji girtîgehê hatibû azad kirin. Buldan piştî serdanê ragihand, ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku Tugluk weke berê bigihe silametiya xwe.
Piştî ku Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê 26ê Cotmeha 2022an biryara “nikare di girtîgehê de bimîne” da, Duh bi şev 27ê Cotmeha 2022ê bi birayara Dadgeha înfazê ya Tirkiyê Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk hat azad kirin piştî 6 salan ji girtîehê hat azad kirin ku nexweşa demansê û yek ji girtiyên nexweş bû.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro 28ê Cotmeha 2022ê serdana Aysel Tugluk kir.
Buldan piştî serdanê dîmenên xwe yên ligel Aysel Tugluk tomar kirine li ser hesabê xwe wê medya civakî belav kirin.
Hevseroka HDPê li ser wan wêneyan nivîsiye, “Me serdana Aysel Tugluk a xweşdivî kir. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku bigihe silametiya xwe.”
Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtîbû û nexweşa demansê (jibîrçûnê) bû.
Sevgili Aysel Tuğluk’u ziyaret ettik. Sağlığına kavuşması en büyük dileğimiz… pic.twitter.com/tA5lQMotZD
— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) October 28, 2022