Pervîn Buldan serdana Aysel Tugluk kir

28-10-2022
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Aysel Tugluk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, serdana Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk kir ku duh bi şev piştî 6 salan ji girtîgehê hatibû azad kirin. Buldan piştî serdanê  ragihand, ku  daxwaza wan a herî mezin ew e ku Tugluk weke berê bigihe silametiya xwe.

Piştî ku Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê 26ê Cotmeha 2022an biryara “nikare di girtîgehê de bimîne” da, Duh bi şev 27ê Cotmeha 2022ê   bi birayara Dadgeha înfazê ya Tirkiyê Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk hat azad kirin piştî 6 salan ji girtîehê hat azad kirin ku nexweşa demansê û yek ji girtiyên nexweş bû.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro 28ê Cotmeha 2022ê serdana Aysel Tugluk kir.

Buldan piştî serdanê dîmenên xwe yên ligel Aysel Tugluk tomar kirine li ser hesabê xwe wê medya civakî belav kirin.

Hevseroka HDPê li ser wan wêneyan nivîsiye, “Me serdana Aysel Tugluk a xweşdivî kir. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku bigihe silametiya xwe.”

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtîbû û nexweşa demansê  (jibîrçûnê) bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst