Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji bo ji kar dûrxistina Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, doz vekir.
Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û doh bi şev 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Fincanci doh ji Stenbolê bo Enqerê hat veguhestin û li Rêveberiya Ewlekariya Enqerê îfadeya wê hat wergirtin. Piştî doh bi şev karên îfade wergirtinê temam bûn, Fincanci îro sibehê zû 27ê Cotmehê bo Dadgeha Enqerê hat şandin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îro 28ê Cotmehê ji bo ji kar dûrxistina Fincanci û rêveberiya navendî ya TTBê doz vekir.
Di rêveberiya navendî ya TTBê de Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Dr. Ali İhsan Okten, Dr. Vedat Bulut, Dr. Alican Bahadır, Dr. Ahmet Karer Yurtdaş, Dr. Adalet Çibik, Dr. Kazım Dogan Erogulları, Dr. Filiz Çagla Uyanusta Kuçuk, Dr. Onur Naci Karahancı, Dr. Nursel Şahin û Dr. Aydın Şirin hene.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, doh 27ê Cotmehê ragihandibû, ji bo guhertina sîstema Yekitiya Pizîşkên Tirk û Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk dest bi amadehiyê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse