Selahattin Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya li gel Medya Haber TVyê de behsa hevpeymaniyeke berfireh bo HDPê kir û got: “Ger em bi hevpeymaniyeke berfireh û bi rêbazên demokratîk berbijêrên li gor daxwaza xelkê derxînin, bêguman em dê bi wergirtina dengekî zêde di hilbijartinê de serkevtî bibin.”
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê destnîşan kir ku divê berbijêr ji aliyê xwecihên herêmê ve werin diyarkirin û got: “Li gor baweriya min divê bi taybetî di çarçoveya hevpeymaniyeke li gel partiyên Kurdan de ji kevneşopiyên cuda yên siyasî berbijêrên li gor van krîteran û bi taybetî tekez divê berbijêrên ku dê nûnertiya kîtleya me ya mihafezekar bikin, bi awayekî xurt di lîsteyan cih bigirin.”
Demirtaş li ser gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû “ger di vê hilbijartinê de jî kesên bi terorê re peywendîdar derkevin, em dê bi qeyûman li rêya xwe berdewam bikin”, ragihand: “Ev yek gefxwarina li xelkê ye bi rêya qeyûma û tunehesibandina îradeya xelkê ye. Dixwazin bi vî awayî xelkê ji sindoqan dûr bixin. Divê ti kes wiha nefikire. Divê xelkê me biçe ser sindoqan û îradeya xwe azad nîşan bide.”
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 31ê Adara 2019a de hilbijartina şaredariyan tê birêvebirin û HDP niha bo vê hilbijartinê hewl dide li gel partiyên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniyekê pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse