YSKyê li ser guhertina navnîşanan daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Kesên ku ji bo hilbijartinên şaredariyan dixwazin navnîşana xwe biguherin divê heta 1ê Çiriya Pêşîn serlêdanê bikin.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê 31ê Adara 2024an were kirin, daxuyaniyek belav kir.

YSKyê diyar kir ku dê ji 1ê Çiriya Pêşîn û pê ve lîsteyên dengderan ji Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Nifûs û Welatiyan bên wergirtin.

Ji bo wê divê dengderên ku navnîşana xwe guhertine yan dê biguherin heta 1ê Çiriya Pêşîn bi rêya e-devletê û Rêveberiyên Nifûsê navnîşanên xwe yên nû ragihînin.

Ji bo mexdûrên erdhejê dê hêsankarî were kirin

Dengderan piştî ku navnîşanên xwe guhertin û ragihandin dê bikarin deng bidin.

Tê gotin ku dê YSK ji bo kesên ku di erdheja 6ê Sibatê de mexdûr bûne hêsankariyê bike.

Dengderên li herêmên erdhejê dê bikarin bi hêsanî navnîşanên xwe veguhêzin.

Li gorî yasaya hilbijartinên şaredariyan:

“Hilbijartinên şaredariyan 5 salan carekê tên kirin.

Kanûna Paşîna 2024an roja yekem a destpêkirina rojjimêra hilbijartinê ye.

Heman salê yekşema dawî ya meha Adarê roja dengdanê ye.”

Di vê çarçoveyê de roja Yekşemê, 31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja hilbijartinên şaredariyan e.