Li Stenbolê teqîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê di avahiyekê de teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Li Taxa Şîrînevlerê ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê li qata pêncan a avahiyekê teqînek çêbû.

Tîmên agirvemirandinê, tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyên despêkê, teqîn ji ber pirsgirêka gaza sirûştî qewimiye.

Tê gotin ku di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku rewşa 2 birîndar xeter e.

Derbarê bûyerê de Şaredarê Bahçelîevlerê Hakan Bahadir jî got:

“Li qata jor a avahiyeekê ji ber gaza sirûştî teqîn çêbû û pişt re jî şewat derket. Weke şaredarî em ji kêliya yekem ve li wir in.

Her çendî ne diyar be jî kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. Hevalên me niha hewl didin agir vemire.  Herwiha niha avahiyên derdorê têne valakirin.”