Li Mereş û Hatayê erd hejiya: Bajarên derdorê jî pê hesiyan

28-09-2023
Nîşan Hatay Maraş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mereşa Bakurê Kurdistanê û Hataya Tirkiyeyê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Hassayê ya Hatayê erdhejek çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej saet 08:01ê çêbûye û hêza wê 3,9 pile bûye.

AFADê herwiha da zanîn ku kûrahiya erdhejê 9,7 kîlometre bûye.

Herwiha xelkê Osmaniyeyê û bajarên din ên derdorê jî bi vê erdhejê hesiyaye.

Li Mereşê jî erd hejiya

Li aliyê din, AFADê da zanîn ku li navçeya Elbistanê ya Mereşê jî erdhejek çêbûye.

Ev erdhej saet 09:18an çêbûye û hêza wê 4,0 pile bûye.

AFADê destnîşan kir ku kûrahiya vê erdhejê 14,37 kîlometre bûye.

Erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li 11 parêzegên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn sedema mirina 50 hezar û 500 kesî.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam dikin.

Heta niha herî kêm 10 hezar erdhejên paşekî hatine tomarkirin ku ya herî mezin bi hêza 6,4 pileyan li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst