Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi dawî bû

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK)  bi dawî bû. Piştî civînê danezanek derbarê civînê de hatiye belav kirin û têde hatiye ragihandin ku di civînê de derbarê tedbîrên nû yên “rûbirûbûna terorê ”, aloziyên di navbera Yunanîstan û Tirkiyê û Şerê Rûsya û Ukraynayê û dorpêça çekan ya Amerîkayê û çend mijarên din de gotûbêj hatine kirin.

Îro 28ê Îlona 2022ê Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, civiya.

Civîn di demjimêr 16.45ê dli Koşka Serokkomariyê ya li  Enqerê destpêkir û piştî 4 demjimêram bi dawî bû.

Fermandarê Hêzên Asmanî Orgeneral Atîlla Gulen û Fermandarê Hêzên Deryayê Oramîral Ercument Tatlioglu ku bi biryara Şûraya Bilind a Leşkerî di Tebaxê de dest bi kar kiribûn, bo cara yekem di vê cîvînê de cih digirin.

Piştî civînê danezaneke derbarê mijarên ku di civînê de hatine axaftin hat belav kirin.

Di wê danezanê de hatiye gotin: “Di civînê de tekezî li ser wê hatiye kirin ku li dijî  hewlên bêwate yên Yunanîstanê dê bo parastina berjewendiyên welatiyên me her cor rêbaz û amûr bên bikaranîn.”

Di danezanê de herwiha tê gotin “Derbarê wan operasyonên derve û nav welat ku bi pêdagirî  di serî de   rêxistinên terorî yên PKK/KCK-PYDYPG-HSD, FETO û DAIŞê, li dijî her gef û metirsiyeke li ser yekitî û yekrêziya me tên kirin, zanyarî bo Encûmenê hatine pêşkêş kirin; derbarê çalakiyên ji navxwe û derve yên rêxistina terorî ya PKK/KCKê tedbîrên nû hatine gotûbêj hatine kirin.”

Di danezanê de amaje bi alozî û pêşhatên dawî yên li Iraqê jî hatiye kirin û tê gotin: “Di demên dawî de ew bûyerên li Iraqê çêdibin û geşedanên wê yên li ser ewlehî û aramiyê û hewlên PKK/KCK yên sûddîtina ji vê rewşê, bidestixistina zêdetir a qadê û hewlên wê yên ziyan gihandina peywendiyên me, di civînê de hatine axaftin û tekezî li ser rûbirûbûna ligel terorê di çarçoveya hevahengiyê de hatiye kirin.”

Di danezanê de herwiha hatiye ragihandin ku di civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê ya îro de derbarê dorpêça Amarîkayê ya çekan, aloziyên di navbera Azerbaycan û Ermanîstanê de, pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa dawî ya Lîbyayê de jî gotûbêj hatine kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst