Li Edirneyê bûyera trafîkê: 20 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyê, du mînîbusan li hev dan û di encam de 20 karker birîndar bûn.

Li Kolana Ataturk a bajarê Edirneyê mînîbusa bi şofêrtiya Harun Y. û mînîbusa bi şofêrtiya Samet Y. ku bo heman kargehê karker vediguhestin û li pey hev diçûn ji ber mija zêde li hev dan.

Di bûyerê de 20 karkerên di her du mînîbusan de birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.