Sînorê hejariyê gihişt kû?

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Kar a Giştî (Bîrleşîk-Kamu Îş) amarên hejarî û birçîbûnê yên meha Tebaxa 2024an belav kirin.

Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihiştiye 20 hezar û 958 lîreyan.

Sînorê hejariyê jî bûye 64 hezar û 157 lîreyên Tirkî.

Li gorî amarên hatine belavkirin ji bo malbateke çar kesî sînorê birçîbûnê gihiştiye 20 hezar û 958 lîreyên Tirkî û sînorê hejariyê jî gihiştiye 64 hezar û 157 lîreyên Tirkî.

Di salekê de sînorê birçîbûnê 7 hezar û 257 lîre, pêdiviyên ji derveyî xwarinê 18 hezar û 627 lîre û sînorê hejariyê jî 25 hezar û 884 lîreyên Tirkî zêde bûne.

Sînorê birçêbûnê yê ku meha Tebaxê gihiştî 20 hezar û 958 lîreyên Tirkî, 3 hezar û 956 lîre ji mûçeyê kêmane zêdetir bûye ku niha mûçeyê kêmane 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî ye.

Meha Tîrmehê sînorê birçîbûnê 20 hezar 776 lîreyên Tirkî bû ku meha Tebaxê 182 lîre zêde bûye û sînorê hejariyê jî Tîrmehê 62 hezar û 302 lîre bû ku meha Tebaxê hezar û 855 lîreyên Tirkî zêde bûye.