ENQERE - Karkerên jin ên Kurd di nav şertên dijwar de dixebitin

28-08-2024
RÛDAW
Karkerên jin ên Kurd/Wêne: ANKA
Karkerên jin ên Kurd/Wêne: ANKA
Nîşan Karkerên Kurd Jin Enqere Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên jin ên Kurd, li Enqereyê ya peytexta Tirkiyeyê di nav şertên zehmet de dixebitin.

Karkerên jin ên ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ji ber derdê debarê nêzîkî hezar kilometreyî rê daye ber xwe û çûne navçeya Şereflîkoçhisarê ya Enqereyê.

Ev jinên karker di tarîtiya şevê de hişyar dibin û heta roj diçe ava li nav erdên pîvazan dixebitin.

Piştî karên komkirina pîvazan vê carê li malê dest bi çêkirina xwarin û şûştina cilan dikin û bi vî awayî heta derengê şevê li ser pêyan dimînin.

“Li gund ne erd heye ne jî xanî”

Zeynep Noyanliyê zehmetiya ku dikişînin wiha anî ziman:

"Wele îşê me zor e. Em ji sibehê heta êvarê dişixulin.

Dema em tên înca em kincan dişon, şîvê çêdikin, serê zarokan dişon.

Ez bi xwe pîreke bi tenê me, zehmet e. Ne sîgorte heye, ne jî tiştekî din heye.

Em di meriv bişixulin 4 kes diçin dibistanê ka wisa dibe, me derdixe? Ez mecbûr im ku werim.

Li gund ne erd heye, ne av heye, xaniyek jî tine, em mecbûr in.”  

“Qezenca me tenê têra xwarina me dike”

Karkerên jin dibêjin ji ber nebûn û xizaniyê wan berê xwe daye xerîbiyê.

Fadîle Kurtê got,“Helbet kesek naxwaze zarokên wan di bin van şertên zehmet û germê de li nav erdan bixebitin.

Heqdestê me çi qasî zêde bibe jî tiştek naguhere çimkî her tişt biha dibe.

Qezenca me tenê têre xwarina me dike. Her tişt biha ye, milet nizane çi bikire.

Em pênc kes heta êvarê dixebitin lê bi zehmetî pêwîstiyên xwe yên rojekê dabîn dikin.”

Zarokên keç ên malbatên karker jî behsa pirsgirêkên xwe û neheqiyên li hemberî jinan dikin.

“Keç zehmetiya me fêm dikin”

Karkera zarok Zelîha Kiliçê wiha anî ziman, “Yên di vê jiyanê de keç in, ji zehmetiya me fêm dikin.

Dema tu dîçî derve, bi zehmetî cihekî dibînî lê kurik zehmetiyê nabînin û hewl nadin.

Eger keçek li vê derê nexebite, jê re dibêjin tu çima naxebitî?

Lê dema kurek nexebite kesek jê re nabêje tu çima naxebitî.”

Riha di nav 81 bajaran de di rêza 79emîn de ye

Li Rihayê xizanî û feqîriyeke zêde heye û ji ber wê jî salane bi hezaran malbat diçin bajarên Tirkiyeyê û li nav erdên çandiniyê dixebitin.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ên sala 2023yan, Riha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê dahata kesayetî ya salane de bi 64 hezar û 416 lîreyan ku dike nêzîkî 2 hezar dolar di nav 81 bajaran de di rêza 79emîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst