Ji 193 rewşenbîran daxuyaniya Doza Kobaniyê: ‘Ne hiquqî ye û em li dijî wê ne’

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Rewşenbîr Îmze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 193 rewşenbîrên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbarê Doza Kobaniyê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

193 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Tirkiye Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de got, “Doza Kobaniyê nehiquqî ye û em li dijî wê ne.”

Bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistaê sala 2014an rastî êrişeke berfireh a çekdarên DAIŞê hat û ji sedî 70 wî bajarî ket destê DAIŞê.

Bi hinceta protestoyên li dijî wê êrişê û bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn, derbarê 108  siaysetmedar û rêveberên HDPyê de Doza Kobaniyê hatiye vekirin.

Ew doz li 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike.

Rûniştina bê ya wê dozê ku 18 siyasetmedar bi awayek girtî tên darizandin, 4ê Îlonê ye. 

193 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro derbarê Doza Kobaniyê daxuyaniyek hevbeş weşand.

Kesên navborî ji aliyên peywendîdar dixwazin ku ew doz bê hilweşandin.

Wan rewşenbîran di daxuyaniya xwe de, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a derbarê Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bi bîr xistine û gotin mafên kesên ku ji Doza Kobaniyê tên darizandin hatine binpêkirin.

"Doza Kobaniyê nehiquqî ye"

Di daxuyaniya bi sernavê “Doza Kobaniyê nehiquqî ye û em li dijî wê ne” de wiha hat gotin:

“Em bi nîgeranî li Doza Kobaniyê temaşe dikin. 18 jê girtî 108 kes ji wê dozê bi hinceta prostestoyên 6-8ê Çiriya Pêşîn a 2014an ên li dijî êrişên DAIŞê yên li ser Kobanî tên darizandin.

"Hemû civaka navdewletî wan lenet dike"

Hemû civaka navdewletî bêyî dudiliyê wan lenet dike. Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hîn jî 18 kes bi awayekî girtî ji vê doze tên darizandin.

Di serî de mafê darizandina dadmendane, mafê raderbirînê  û siyasetê û hemû mafên wan ên destûrî tên binpêkirin.”

Wan di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye got, “Em li dijî vê bêhiquqiya eşkere ne. Em dixwazin demildest dest ji van karan bê berdan ku welatê me ji aşitî, demokrasî û hiquqê dûr dixin.”

193 rewşenbîrên ku îmzeya wan li jêr daxuyaniya hevbeş hene ev in:

"A. Haluk Unal, Abdullah Demirbaş, Abdulhakim Daş, Adil Okay, Adnan Ozyalçiner, Ahmet Aksel, Ahmet Aykaç, Ahmet Dindar, Ahmet İnsel, Ahmet Kardam, Ahmet Telli, Akin Atalay, Akin Atauz, Akin Birdal, Ali Ekber Kaypakkaya, Ali Topuz, Aliye Ozlu, Asuman Bayrak, Atalay Saraç, Aydin Çubukçu, Ayfer Tunç, Ayşegul Devecioglu, Ayşen Şahin, Aziz Konukman, Bahadir Altan, Bahadir Ozgur, Bariş Yildirim, Baskin Oran, Bilge Seçkin Çetinkaya, Binnaz Toprak, Burhan Sonmez, Bulent Atamer, C. Hakki Zariç, Celal Yildirim, Cengiz Arin, Cevat Çapan, Cezmi Ersoz, Cuma Boynukara, Çetin Ali Nergis, Dinçer Demirkent, Dogan Ozguden, Elçin Gizem Tarhan, Elif Şafak, Emin Alper, Ercan Bingol, Erdal Dogan, Erdogan Aydin, Erdogan Kahyaoglu, Ergin Cinmen, Ergun Babahan, Esra Calus, Esra Koç, Ezel Akay, Faruk Çikrikçi, Fatih Polat, Fatma Bostan Unsal, Fehim Işik, Ferda Koç, Ferhat Tunç, Fethiye Çetin, Feyyaz Yaman, Fikret Başkaya, Filiz Kardam, Foti Benlisoy, Gaye Boralioglu, Gencay Gursoy, Gokçe Okay, Gokçer Tahincioglu, Gul Gulsun Yildiz, Gungor Şenkal, Gurhan Ertur, Hacer Ansal, Hakki Ozdal, Halide Yildirim, Hanife Yuksel, Hanna Beth-Sawoçe, Hasan Oztoprak, Hatice Ozbay, Huseyin Habip Taşkin, Ilgin Ruhi Su, Îbrahim Ateş, Îbrahim Çiftçioglu, Îlkay Alptekin Demir, Îlter Sayin, Înci Hekimoglu, İnci Tugsavul, İsmail Beşikçi, İsmet Alici, Îştar Gozaydin, Julide Kural, Kadir Akin, Kadri Salaz, Kemal GOkhan, Korkut Akin, Kubilay Dagbatiran, Levent Kaçar, Leyla Şahin, Mahmut Memduh Uyan, Mazlum Çetinkaya, Mecit Unal, Mehmet Guç, Mehmet Sait Aydin, Mehmet Turkay, Melek Ulagay, Meliha Coşkun, Mesut Kara, Mete Ozel, Murat Serhasi Toktaş, Murat Uyurkulak, Murat Yaykin, Murathan Mungan, Musa Ozugurlu, Mustafa Kemal Erdemol, Mustafa Paçal, Mustafa Pekoz, Mustafa Sonmez, Mustafa Unlu, Nadire Mater, Namik Kuyumcu, Nazan Aksoy, Nazar Buyum, Necati Abay, Necmi Demir, Necmiye Alpay, Nejla Demirci, Nesrin Nas, Nesteren Davutoglu, Neşe Yaşin, Nevin Koçoglu, Nevzat Karakiş, Nevzat Onaran, Nezir Îçgoren, Nilgun Toker, Niyazi Zorlu, Nuray Sancar, Nurcan Baysal, Okan Toygar, Onur Hamzaoglu, Orhan Alkaya, Orhan Pamuk, Orhan Silier, Osman Bozkurt, Osman Okkan, Oya Baydar, Omer Faruk, Omer Madra, Ozcan Sapan, Ozge Dogar, Ozgur Başkaya, Ozgur Muftuoglu, Ozgur Zeybek, Ozlem Îşbilir, Racho Donef, Ragip Zarakolu, Recep Maraşli, Riza Turmen, Sait Çetinoglu, Salih Ozturk, Sema Kaygusuz, Semih Gumuş, Serap Ogan Eren, Serdar Keskin, Seyit Soydan, Sezai Sarioglu, Sibel Ozbudun, Şahabettin Demir, Şanar Yurdatapan, Şebnem Îşiguzel, Şengun Kiliç, Tahsin Yeşildere, Tamer Guven, Temel Demirer, Tugrul Eryilmaz, Turgut Toygar, Vartkes Keşiş, Vecdi Erbay, Vehbi Koca, Viki Çiprut, Vivet Kanetti, Yasemin Bektaş, Yasemin Goksu, Yavuz Baydar, Yetvart Danzikyan, Yucel Demirer, Yucel Tunca, Zafer Kose, Zafer Yilmaz, Zehra Çinar, Zehra Kabasakal Arat, Zeliha Demirel, Zerrin Kurtoglu Şahin, Ziya Halis, Zulfu Livaneli."

Protestoyên Kobaniyê ku wek bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîn a 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin.

Armanc ew bû dorpêça li ser Kobaniyê bi dawî bibe, herwiha xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û şandina çekan ji DAIŞê re ya bi rêya sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî rapora Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Çiriya Pêşîn a 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerer gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst