Kurdî bû rojeva parlamentoyê: Dê kengî Kurdî li e-Reçetemê were zêdekirin?
Hewlêr (Rûdaw) - 55 parlameterên Partiya Çepên Keskê nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê de xist rojeva parlamentoyê.
Bertekên li dijî nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de berdewam in.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.
55 parlameterên Partiya Çepên Keskê (YSP) cihnedana Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê de bir parlamentoyê.
Parlamenterên YSPyê pêşniyazpirsa “Dê kengî Kurdî li ser sîstema e-Reçetemê were zêdekirin?” pêşkêşî Fahrettîn Koca kir.
“Sedema ku Kurdî li sîstema e-reçetemê nehatiye zêdekirin çi ye?”
Pêşniyazpirsa 55 parlameterên YSPyê ya ji bo ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrattîn Koca bersiv bide wiha ye:
“- Sedema Kurdî - ku zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyan e ku hûn jî di nav de ne- li sîstema e-Reçetemê nehatiye zêdekirin çi ye?
- Li gorî kîjan pîvanan 5 ziman (Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî) li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin? Krîterên ku Kurdî tê de nînin hene?
- Dê kengî Kurdî li ser sîstema e-Reçetemê were zêdekirin?
- Armanca sereke ya sepana e-Reçetemî çi ye? Sedema ku 5 zimanên din ji bo vê armancê guncav in, Kurdî ne guncav e çi ye?
- Ji ber ku zimanê dayikê di qada giştî de nayê bikaranîn, Kurdên ku nikarin xizmeta tenduristiyê ya bi kalîte bibînin herwiha bi zêdenekirina Kurdî li sîstema e-Reçetemê pirsgirêkeke nû li pirsgirêkên di vî warî de zêde kiriye. Li ser vê yekê dê hewldanek an xebateke wezareta we hebe?
- Wekî wezaretê gelo hûn plan dikin ku di warê pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de ber bi guhertina polîtîkaya mafên mirovan ve û hemû gel bi zimanê xwe yê zikmakî bigihin xizmetên tenduristiyê yên giştî gavekê bavêjin?”
Odeya Bijîşkan a Amedê bangî Fahrettîn Koca kir
Li aliyê din, Odeya Bijîşkan a Amedê bi daxuyaniyekê ji Wezîrê Tenduristiyê ya Tirkiyeyê xwest ku Kurdî jî li ser sîstema e-Reçetemê zêde bike.
Odeya Bijîşkan a Amedê li ser mijarê got:
“Herçiqasî amarên zelal nebin jî li herêma me ji her 4 kesan 1 (piranî jin) ji bilî Kurdî zimanekî din nizanin (nêzîkî 4 milyon welatiyan).
Bi salan e di wergirtina xizmetên hikûmî de mafê bikaranîna zimanê dayikê yê welatiyan hatiye piştguhkirin.”
Odeya Bijîşkan a Amedê destnîşan kir ku eger bijîşk û nexweş ji hev fêm nekin zanyariyên nexweşiyê jî bi başî nayên wergirtin û dermankirina nexweşan zehmet dibe.
"Mafê mirovan ê gerdûnî ye"
Odeya Bijîşkan a Amedê herwiha got:
“Wergirtina xizmeta tenduristiya hikûmî bi zimanê dayikê mafê mirovan ê gerdûnî ye.
Ev ne rewşeke bijardeyî ye, neçarî ye. Ji ber ku dema mirov ziman nizanibe, nikare derdê xwe bîde zanîn.”
Odeya Bijîşkan a Amedê bangî Fahrettîn Koca kir û got:
“Ne bi helwestên siyasî, li gorî nasnameya bijîşkî û nirxên hiqûqa gerdûnî tev bigere.”