Dema kongreya AK Partiyê diyar bû

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan AK Partî Kongre Erdogan Pûtîn Omer Çelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku partiya wan dê 7ê Çiriya Pêşîn a îsal kongreya xwe li dar bixe.

Meclîsa Rêveberiya Biryarder a Navendî (MKYK) ya AK Partiyê îro civiya.

Civîn li navenda giştî ya AK Partiyê hat kirin û derdora 50 xulekî berdewam kir.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Meclîsa Rêveberiya Biryarder a Navendî ya me dema kongreyê wek 7ê Çiriya Pêşîn pesend kir. “

Çelîk herwiha ragihand Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dê hevdîtinekê bikin.

Bi gotina Çelîk armanca sereke ji wê hevdîtinê ew e ku Peymana Dexlûdanê ya Deryaya Reş a di navbera Rûsya û Ukraynayê de careke din dest pê bike. 

Erdogan diçe Soçiyê

Çelîk got, “Ji bo ku cîhan rûbirûyî krîza xorakê nebe Serokkomarê me pêwendiyên dîplomasiyê meşandin. Di demeke nêzîk de Serokkomarê me dê biçe Soçiyê. Dibe ku geşedaneke nû di korîdora dexlûdanê de çêbibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst