Tirkiye û Iraq li ser mijara avê nakok in

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û İraqê de kêşeyeke ku heta niha nehatiye çareser kirin jî mijara avê ye. Li ser mijarê Tirkiye û Iraq xwedî du helwestên cuda ne.

Hikumeta Tirkiyê berdewam dibeje ku wan berpirsiyarên xwe bicih anîne lê sedema kêşeya nebûna polîka û plansaziya iraqê ye. Roja 28ê vê mehê biryare ku careke din gotûbêjên li ser mijara avê vê carê li Bexdayê bêne kirin.

Hikumeta Iraqê daxwazê ji hikumeta Tirkiyê dike kul i gorî rêkevtina sala 1987ê di her yek çirkeyê de 500 metirsêca av ji bendavan berde. Lê mijara avê ji ber pabendnebûna aliyan bi ya vê rêkevtinê gellek caran dibe sedema nakokiyan.

Li gorî beşek endezyaran Tirkiyê zêdeyî pêwistiya xwe bendav çêkirine û mijar jî kiriye amûrekî diplomasiyê.

Serokê Jora Endezyarên Jîngehê Ahmet Dursun Kahraman got “Mijara çêkrina HES'an ( bendavan) yek ji mijarên sereke ne. Li kê derê eger evqas bendav bêne çêkirin dê kêşe bo hemû aliyan çêbin. Em dibêjin bila mesele li gorî yasayên nêwdewletî bên çareser kirin. bila êdî destkarî di ekolojiyê de nehên kirin.”

Aliyên nêzîkî hikumeta Tirkiyê berdewam behsa wê yekê dikin ku Tirkiye pabendî rêkevtinê ye lê aliyê Iraqê ji ber bendavên kevin û nebûna jêrxaneyeke baş nikare sûdeke baş ji avê bibîne.

Akademisyen û Şareza di Mijara Avê de Seyfettîn Kilic dibêje “Yek ji çemê herî giring çemê Dîcleyê ye. dema em lê dinêrin ava salane 16 Milyar metirsêca av ji Çemê Dîcleyê li sînorê Tirkiyê li Cizîrê derdikeve. Lê bixêra beşek rûbarên di nav Tirkiyê û Herêma Kurdistanê av dema digehe Bexdayê dibe 52 Milyar metirsêca.”

Li gorî Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê pêwîste ku çareseriya kêşeyê li gorî teamilên newdewletî be. Raweşkarek ji wezaretê jî behsa danustandinên bêencam mayî û helwesta Tirkiyê dike.

Raweşkarê Wezareta Avê ya Iraqê Awan Zîyab got “Wan ev babet qebûl kir, lê wan ti bersivek nîne ku vê rewşê red bikin, ev yasayên navdewletî ne. Eger Tirkiyê û Îran dixwazin welatên pêşketî bin û rêzê li yasayan bigirin, divê rêzê li van nerîtan bigirin. Me daxwaza tiştekî zêdetir nekiriye ji xeynî rêzgiritna li yasayên navdewletî û pabendbûna ku ziyanên negihênin welatên cîran, pêwendiyên dûr û dirêj di navbera me de hene û em serderiyê bi wan re dikin, gelo dibe ku di aliyekî de ziyanê bigihênin me û sûdê di aliyekî din de li wan bikin?

Hikumeta Tirkiyê amarên di derbarê avê de belav nake. Lê li gorî şarezayan nankokiyên li ser avê piştî meha 2 ya sala 2018ê bi vekirina bendava Illisû ya li ser çemê Dicleyê kurtir bûne. Biryare roja 28ê vê mehê li Bexdayê careke din gotûbêj li ser heman mijarê di navbera herdu aliyan de bên kirin.