Li Tirkiyeyê di 7 heyvan de bi qezayên trafîkê 2 hezar kes mirin
Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê di 7 heyvên pêşî yên sala 2014an de 208 hezar û 355 qezayên trafikê çêbû û 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, 155 hezar kes jî birindar bûn.
Mudiriya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê bîlançoya qezayên serdema çile-tîrmihê ya sala 2014an diyar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 7 heyvên dawî de 208 hezar qeza rû dane.
Di qezayan de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 155 hezar û 227 kes jî birindar bûnê.
Li gorî daneyan, di qezayên sala 2014an de herî zêde bi otomobîlan 64 hezar û 356, herî kem jî bi trenan 37 car qeza rû dane.