Li Tirkiyeyê di 7 heyvan de bi qezayên trafîkê 2 hezar kes mirin

28-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)-  Li Tirkiyeyê di 7 heyvên pêşî yên sala 2014an de 208 hezar û 355 qezayên trafikê çêbû û 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, 155 hezar kes jî birindar bûn.

Mudiriya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê bîlançoya qezayên serdema çile-tîrmihê ya sala 2014an diyar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 7 heyvên dawî de 208 hezar qeza rû dane.

Di qezayan de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 155 hezar û 227 kes jî birindar bûnê.

Li gorî daneyan, di qezayên sala 2014an de herî zêde bi otomobîlan 64 hezar û 356, herî kem jî bi trenan 37 car qeza rû dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst