Erdogan gef li Îsraîlê xwar: Me li Karabag û Lîbyayê çi kir em dê li wan jî bikin

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef li Îsraîlê xwar û got, “Me li Karabag û Lîbyayê çi kir em dê li wan jî bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li bajarê xwe Rîzeyê beşdarî bernameya Rêxistina AK Partiyê bû û derbarê rojevê axivî.

Erdogan behsa pêşketina pîşesaziya berevaniya Tirkiyeyê kir û gef li Îsraîlê xwar.

Erdogan got, “Eger Tirkiye welatekî bihêz be Îsraîl nikare van tiştên niha bîne serê Filîstînê.”

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku eger bihêz bibin tiştên li Lîbya û Karabagê kirine dê li Îsraîlê jî dubare bikin û got:

"Me Mehmûd Ebbas vexwend da ku were li parlamentoya me biaxive lê wî nikaribû bi erênî bersiva me bide.

Em jî dê pêngavên ji îro û pê de li gorî wê bavêjin.

Divê em gelekî bihêz bin ku Îsraîl van tiştan neyîne serê Filîstinê. Em çawa ketin Karabagê, em çawa ketin Lîbyayê, em dê wekî vê yekê li wan jî bikin.

Ji bo nekirinê ti sedemek nîne. Tenê divê em bihêz bin ku em çi bikin?

Em van gavan bavêjin. Çawa ku em gotinên pêwîst ên têne pêş me ji Îsraîlê re dibêjin û me bazirganiya xwe û pêwendiyên xwe qut kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst